ÇELÎK: ÇARÇOVE GIRÊDAYÎ ÇEKBERDANÊ YE
AK Parti ji bo çekdanînê amadekariya çarçoveyeke qanûnî dike: Şertê bingehîn çekberdane.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di bernameyeke televizyonê de li ser rojeva polîtîk û "pêvajoya çareseriyê" daxuyaniyên girîng dan.
Çelîk ragihand ku di qonaxa nû de li ser çarçoveyeke qanûnî ya ku dê çekberdanê temam bike tê xebitîn, lê destnîşan kir ku ev rêzikname tenê di rewşa pêkanîna şertê çekberdanê de û bi biryara Serokomar dê bikeve meriyetê.
Çelîk diyar kir ku armanca vê rêziknameyê bidawîkirina çalakiyên çekdarî yên PKKyê ye û got: Ev çarçove, çarçoveyeke wiha ye ku dê girêdayî şertê çekberdanê bibe û dê bi demeke diyarkirî sînordar be.
Di berdewamiyê de Çelîk anî ziman ku ka dê mekanîzmayên derbarê tespîtkirin û piştrastkirina çekberdanê de çawa şiklê xwe bigirin, dê bi biryara Serokkomar Recep Tayyip Erdogan diyar bibe.
Berdevkê AK Partiyê bi bîr xist ku di serdema desthilatdariya wan de di çarçoveya pêvajoya çareseriyê û projeyên yekîtiya neteweyî de hewldanên cuda hatine kirin, lê sedema sereke ya serneketina van pêvajoyan ew e ku PKK gotinên xwe yên ji bo çekberdanê bi gavên pratîkî piştgirî nekiriye.
Çelik li ser rexneyên ku dibêjin pêvajo hêdî dimeşe wiha peyivî:
Di mijara çekberdanê de nêzîkatiyeke sembolîk hat nîşandan lê pêvajo bê navber dewam nekir. Ya têrker ew e ku rêxistin bi hemû hêzên xwe yên çekdarî û bi hemû şaxên xwe ve çekan deyne û ev bi temamî bi dawî bibe. Divê tora îlegal a li Ewropayê û yên cuda jî di nirxandina pêvajoyê de li ber çavan bên girtin."
"Banga Bahçelî rê li ber serdemeke nû vekir"
Çelîk destnîşan kir ku banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî rê li ber serdemeke nû vekiriye û bal kişand ser ezmûna Serokkomar Erdogan a di vê mijarê de. Çelîk parast ku dewletên mezin di têkoşîna li dijî terorê de tenê serî li rêbazên fîzîkî nadin, her wiha bi rêziknameyên hiqûqî û polîtîkayên piralî yên civakî hewl didin zemîna terorê ji holê rakin.
Omer Çelîk diyar kir ku divê rewşa li Tirkiyeyê bi hin mînakên li cîhanê re neyê berhevkirin. Çelik anî ziman ku li gelek welatan pêvajo piştî şerên navxweyî pêş ketine, lê li Tirkiyeyê girêdanên civakî tu carî qut nebûne û got: Teror tu carî neketiye navbera biratiya Tirk û Kurdan, rêxistinên li ser bingeha mezheban jî nekarîn biratiya Elewî û Sûniyan xera bikin.
Di dawiyê de Çelîk hişyarî da ku divê di nîqaşan de fokus neyê windakirin û armanca bingehîn "Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror" e.
Çelîk destnîşan kir ku nêzîkatiyên ku dixwazin aktorên derve mudaxileyî pêvajoyê bibin, zirarê didin vîna neteweyî.
23/06/2026