HEVSEROKÊ DBP’YÊ: NIYETA ME ÇARESERIYA BI RÊYA YASA Û QANÛNAN E
Hevserokê Giştî yê DBPyê got, “Gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatin avêtin, nîşanî tevahiya cîhanê da ku niyeta me çareserkirina pirsgirêka bi rêya yasa û qanûnan e.”
Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir di civînên gel ên li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê de bal kişand ser dîroka pêvajoya aştiyê û got, “Demokrasî ji bo her kesî pêwîst e. Werin di vê pêvajoyê de dilpakiya xwe nîşan bidin û aşitiyê ava bikin. Muhatab ne tenê AKP û MHP ye, herkes e. Em dixwazin di bingeheke yasayî de azadiya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk bînin û pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bibe.”
Bayindir tekez jî kir ku, gavên di pêvajoya aştiyê de ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin, nîşanî tevahiya cîhanê daye ku niyeta me çareserkirina pirsgirêka bi rêya yasa û qanûnan e.
Her wiha got ku qedera me di destê me de ye û divê em yekitiya xwe ava bikin.
2 DEMJIMÊR BERÊ