DAXUYANIYA MSD'YÊ YA DERBARÊ ALOZIYÊN LI SÛRIYEYÊ
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê qeyrana aborî ya li Sûriyeyê daxuyaniyek da.
MSD diyar kir tişta li Sûriyeyê diqewime ne tenê rewşeke aborî ya giran ku dê demekê de derbas bibe; encamê siyaseta rêveberiyê ye ku ji danîna çareseriyekê re girtî ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin berdewamkirina vê siyaset û hişmendiyê li beramberî civakê dê rê li ber penaberiya gelê Sûriyeyê veke û ev yek jî dê bibe sedema jihevxistina civakî.
MSDyê tekezî li ser girîngiya çareseriya siyasî û rewşa aborî kir û wiha pê de çû: Divê rê li ber gendeliyê bê girtin, ev yek jî bêyî hevkariyeke siyasî ya pratîk û misogeriya hevsengiya di nava civakê de nayê avakirin.
MSDyê da zanîn ku ew piştgiriya xwepêşandanên gel ên ji bo mafên xwe dikin didin û ji bo çareseriya pirsgirêkan çend xal wiha destnîşan kir:
- Di sazkirina pêşeroja Sûriyeyê de ji bo ku hevkariya hemû gelê Sûriyeyê hebe, divê çareseriyeke siyasî ya giştî hebe.
- Divê saziyên dewletê dûrî hişmendiya desthildar û yeknavendî bê avakirin.
- Ji bo ku berhem û xizmetguzariyeke baş bê pêşkêşkirin, divê aboriyeke dadperwerane bi siyaseteke aborî ya zelal bê destgirtin.
- Ji bo parastina civakê divê planên bi lez ên ji bo beşên civakê bê danîn.
- Divê rê li ber gendeliyê bê girtin, ev gendelî yek ji sedemên hilweşîna aborî û rawestîna pêşketinê ye.
- Ji bo di vê qadê de pevçûn û zehmetî bên rakirin, divê çareseriyeke siyasî ya giştî û domdar bê danîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêdiviya gelê Sûriyeyê bi misogerkirina jiyaneke ewle ye, derengmayîna ji bo danîna çareseriyekê dê bihêle civak û dewlet bi hev re hilweşin.
2 DEMJIMÊR BERÊ