ERDOGAN: EM LI SER ÇARÇOVEYA QANÛNÎ DIXEBITIN
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoyê got, “Em li ser çarçoveyek qanşnî dixebitin ku dê pêvajoya hilweşandina rêxistinê bileztir bike. Piştî ku em şêwirên pêwîst bikin, em ê rêziknameyê ji bo nirxandinê pêşkêşî parlamentoyê bikin.”
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de li ser mijarên rojevê axivî.
Erdogan da zanîn ku wan di pêvajoyê de pêşketinên girîng bi dest xistine û got, “Me bi hevkarê xwe yê Hevpeymaniya Cumhur MHPyê re dest bi pêvajoyê kir û paşê veguherand polîtîkayek dewletê û ew gihand cihê ku îro lê ye. Tevî sabotajên ku di tevahiya pêvajoyê de rastî wan hatin, bi taybetî êrîşa TUSAŞê ya di 23ê Cotmehê de, me bi sebir kar birêve bir. Pêvajoya Tirkiyeyek bêteror di 22 salên borî de bi serkeftî ji ceribandinên dijwar ên berxwedanê derbas bûye.”
Yasayên derbarê pêvajoyê
Erdogan derbarê yasayên ku ji bo pêvajoyê bên derxistin jî wiha pê de çû: Niha, em li ser çarçoveyek yasayî dixebitin ku dê pêvajoya hilweşandina rêxistinê bileztir bike. Piştî ku em şêwirên pêwîst dikin, em ê rêziknameya navborî bêyî derengmayînek din ji bo nirxandinê pêşkêşî parlamentoyê bikin.
Entegrasyona li Sûriyeyê
Di berdewamiya axaftinên xwe de Erdogan bal kişand li ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê wiha anî zimên: Pirsgirêka li bakurê Sûriyeyê ku yek ji astengiyên herî girîng ên pêvajoyê bû, bi saya nêzîkatiya berfireh a Serokê Sûriyeyê Ehmed Şeri bi piranî çareser bûye. Tevî ku bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maye jî, pêvajoya entegrasyonê bi serkeftî hatiye bicîhanîn. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.
Aloziyên Îranê û Kurd
Serokomarê Tirkiyeyê derbarê aloziyên li Îranê jî got, "Krîza Îranê piştrast kir ku ev pêvajo ne tenê ji bo welat û herêma me, di heman demê de ji bo xwişk û birayên me yên Kurd jî girîng e. Bi saya atmosfer û kanalên diyalogê yên ku ji hêla pêvajoyê ve hatine peyda kirin, pêşî li pevçûnên mezintir ên ku dê zirarê bidana xwişk û birayên me yên Kurd hat girtin. Di pêşerojê de dê eşkeretir bibe ka me, wekî Tirk, Kurd, Ereb û Farisan, çiqas lîstikek xwînî û xapînok têk bir. Dê hîn zelaltir bibe ka herêma me çawa ji kûrahiyekê dûr ket."
3 DEMJIMÊR BERÊ