ASAYÎŞÊ DERBARÊ BÛYERA DÊRIKÊ DAXUYANÎ BELAV KIR
Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê kuştina li Dêrika Rojavayê Kurdistanê daxuyanî belav kir.
Di şeva 22ê Hezîranê li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê kesekî ku nasnameya wî nediyar e êrişî malbatekê kir. Di êrişa wî de dayik û zarokeke xwe hatin kuştin; bav û zarokeke din jî birîndar bûn.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, derbarê êrişa li Dêrikê daxuyanî da û got çavdêriya rasterast ji Şaxê Lêpirsîna Tawanan, li ser bûyera ku di 22ê Hezîrana 2026an de li Bajarê Dêrikê çêbû ku tê de jinek û zarokek hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû, şopandiye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Ji ber pirsgirêkên berê yên ku di taxê de rûda bû, Kesê bi navê Şakûhî Xelîl Murad bi çeka xwe rasterast û eşkere gule berda mala welatiyê bi nave “Mihemed Elî Hemed.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn, ev êrîş bûye sedema mirina jina bi navê Hesna Omer û keça wê a çar salî Nalîn Husam û her wiha hevjînê Hesna Omar, Ehmed Hesam bi giranî birîndar bû û yekser hate veguhestin nexweşxaneya Bajêr ji bû bê derman kirin.
Asayîşê di daxuyaniyê d got, kesê ku êrişî malê kiriye reviyaye û wiha pê de çû: Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, piştrast dikin ku hemû hêzên me û yekîneyên xwe, ji kêliyên destpêkê de yê vê sûcê ve rewşa seferberiyê ragihand û ev hewildan heya ku kesê reviyayî neyê girtin û cezayê xwe yê adil nestînin wê ev hewldan neyê sekinandin.
2 DEMJIMÊR BERÊ