LI TIRKIYEYÊ DI BÛYERÊN TRAFÎKÊ DE 776 KES JIYANA XWE JI DEST DANE

Kanal8 24/06/2026

Di pênc mehên destpêka îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di buyerên trafîkê de nêzî 800 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 144 hezar kes jî birîndar bûne.

Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Giştî ya Asayişa Tirkiyeyê amara pênc mehên destpêkê yê bûyerên trafîkê li seranserî Tirkiyeyê belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di pênc mehan de 266 hezar û 453 bûyerûn trafîkê qewimîne û 109 hezar û 782 bûyer ji ber şaşî û binpêkirinên ajokaran qewîmîne.

Hat eşkerekirin ku di encama bûyerên trafîkê de 776 kes jiyana xwe ji dest dane û 144 hezar û 101 kes jî birîndar bûne.

Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Giştî ya Asayişa Tirkiyeyê diyar jî kir ku ji ber binpêkirina yasayên trafîkê di pênc mehên destpêka îsal de, peyade jî di nav de ji bo zêdetirî 12 milyon kesan ceza hatiye birîn.

Kanal8

24/06/2026