CENTCOM: ME ÇEKDAREKÎ PAYEBILIND Ê DAIŞ'Ê KUŞT

Kanal8 24/06/2026

CENTCOMê ragihand, çekdarekî payebilind ê DAIŞê di operasyoneke asmanî de li bakurê rojavayê Sûriyeyê armanc girtine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan di 19ê Hezîranê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrişeke asmanî pêk aniye û çekdarê payebilind ê DAIŞê Elî Hisên El Elawî di êrişê de hatiye kuştin.

Her wiha CENTCOMê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Ev operasyon beşek ji hewldanên berdewam ên Amerîkayê yên ji bo têkbirina çalakiyên terorîstî û armancgirtina endamên ku dixwazin êrişan li dijî Amerîkayê û berjewendiyên wê li hundir û derveyî welêt plan bikin, in. Dê hevkarî bi hevkarên herêmî re di şerê li dijî rêxistinê de dewam bikin.”

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper got, “CENTCOM û hevkarên wê ji bo jiholêrakirina bermahiyên DAIŞê û misogerkirina têkçûna wê ya dawî pêbend in û em ê parastina Amerîkayê hêzên xwe yên çekdar, hevalbend û hevkarên xwe li herêmê dewam bikin.”

Kanal8

24/06/2026