LI EFRÎNÊ DARAN DIBIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hin kesên nenas darên bajêr dibirin û wekî êzingan bi kar tînin.

Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi keskatî û çinîna daran ve tê zanîn. Ji piştî ku artêşa Tirkiyeyê dest bi ser bajêr girt vir ve dar tên birîn û keskatiya bajêr hatiye piştguhxistin.

Piraniya karên birîna daran ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê û malbatên wan ve pêk dihat.

Li gorî amaran derdora 39 hezar hektar ji daristanên Efrînê hatiye birîn.

Birîna daran heta piştî hilweşîna Esed bi nêzî du salan û derbasbûna hêzên Hikûmeta Veguhêz ji bo Efrînê, dewam dike. 

Li gorî niştecihên Efrînê rûberên kesk li gorî salên berê niha kêmtir bûye û gelek çiyayên ku berê tije dar bûn niha rût bûne.

Efrîn navçeya herî kesek a Rojavayê Kurdistanê ye, zêdetir li 15 milyon darên zeytûnan lê heye û darên zeytûnan jî ji sala 2018’an û heta niha ziyaneke mezin dîtine.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ