11 SAL DI SER KOMKUJIYA KOBANIYÊ DERBAS BÛN
Di 25ê Hezîrana 2015an de, çekdarên DAIŞê bi dizî êrîşek birin ser bajarê Kobanî. Çekdar ketin nava bajêr û di nav bajêr de li hemberî sivîlan komkujiyeke mezin pêk anîn.
Şeva 25ê Hezîrana 2015an çekdarên DAIŞê derbasî gundê Berx Botan û navenda bajarê Kobanî bû û komkujiyeke pêk anîn ku di encamê de bi dehan jin, zarok û kal hatin kuştin.
Çekdarên DAIŞê bi otomobîlekê xwe teqandin û di serê sibehê de gihîştin gundê Berxbotan û navenda bajêr.
Heta niha nayê zanîn ka çekdarên DAIŞê çawa derbasî navçeyê bûn.
Di encama vê êrişê de zêdetirî 300 sivîl (bi piranî jin, zarok û kal) hatin şehîdkirin.
Şervanên YPG û YPJyê bi lez mudaxale kirin û piştî şerekî giran ê kolan bi kolan, di nava çend rojan de hemû çekdarên DAIŞê li bajêr hatin kuştin û kontrola tevahî dîsa ket destê şervanan.
YPG dibêje, wê şevê derdora 100 çekdarên DAIŞê bi piştevaniya Tirkiyeyê karîn derbasî gundê Berxbotan û navenda bajarê Kobaniyê bibin.
2 DEMJIMÊR BERÊ