LI QAMIŞLOYÊ PANÊLA 'SÛRIYE TÊ GUHERTIN' BI RÊ VE DIÇE

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Panela bi dirûşma “Sûriye tê guhertin: Mafê jin di berevanî û destûrê de cihê xwe digire” li Qamişloyê bi rê ve diçe.

Encûmena Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Parka Azadî ya li Qamişloyê paneleke diyalogê bi sernavê “Sûriye tê guhertin: Mafê jin di berevanî û destûrê de cihê xwe digire” li dar xist.

Bi dehan xebatkarên jin ên saziyên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û fermandar û şervanên YPJyê tevlî panelê bûn. 

Panel dê bi niqaşên li ser 2 mijaran dewam bike.

Di panelê de dê du mijarên sereke bên nîqaşkirin.

Mijara yekem, Rola YPJyê û giringiya hebûna wê ji bo parastina jinan ji aliyê berdevka YPJyê Ruksan Mihemed ve were pêşkêşkirin.

Mijara duyem, li ser mafên jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de jî ji aliyê hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif ve were pêşkêşkirin. 

Piştî semîneran dê deriyê niqaşê ji beşdaran re were vekirin.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ