LI MEREŞÊ AGIR BI AVAHIYEKÊ KET; 3 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ
Di şewata ku li avahiyeke Mereşa Bakurê Kurdistanê derket de, ji heman malbatê sê kesan jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin her sê kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji yek malbatê ne û astengdar bûne.
Îro danê nîvro li taxa Bogazîçî ya navçeya Onikişubat a Mereşê, li qata yekem a avahiyeke 12 qatî ji ber sedemek nediyar agir derket.
Piştî agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê, tendirustiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat ragihandin, Esra Saltaliya 45 salî, Muhammed Saltaliyê 32 salî û Abdulgani Saltaliyê 26 salî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan û kesek jî ji ber dûmanê birîndar bû.
Kanal8
4 DEMJIMÊR BERÊ