NÎQAŞÊN LI SER HILBIARTINA PÊŞWEXT Û SÎSTEMA PARLAMENTERΠ

Sidar Basut 4 DEMJIMÊR BERÊ

Di qada siyasî ya Enqereyê egera hilbijartina pêşwext a 2027an û vegera sîstema parlamenterî bi hev re tên nîqaşkirin.

Ji bo biryara hilbijartina pêşwext an divê parlamento bi 360 dengan vê biryarê bide, an jî Serokomarê Tirkiyeyê bi xwe biryarê bide.

Ji bo  vegera li sîstema parlamenterî jî guhertina destûra bingehîn an jî referandûm pêwîst e. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahîn derbarê mijarê ji KANAL8ê re axivî û got, “Berî her tiştî, nêzîkî du salan li pêşiya dema wezifeya birêz Erdogan heye. Ez difikirim ku ew ê bixwaze vê demê heta dawiyê bi kar bîne. Li gorî Destûra Bingehîn a heyî, di rewşeke wisa de ew nikare bibe namzed. Du rê henin  yek ji wan sîstema parlamenteriyê ye, ya duyemîn jî divê herî kêm 360 parlamenter biryara nûkirina hilbijartinan bidin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun da zanîn li ser nîqaşên hilbijartina pêşwext, pêşniyareke wî ya cuda heye û wiha pê de çû: Ez difikirim ku li şûna hilbijartineke pêşwext a klasîk, guhertina pergalê bibe rojev dê çêtir bibe. Bi vê pergalê, dîsa serkeftina vê desthilatdariyê dê welat bike rewşeke xirabtir. Yanî, ev avahiya burokratîk a ku parlamentoyê li derveyî pergalê dihêle dê hîn  xurtir bibe û em ê nikaribin ciwanên xwe li welat bihêlin. Ev der dê veguhere dîktatoriyekê.

Li aliyê din, DEM Partî ji ber pêvajoya heyî bi taybetî derbarê nîqaşên hilbijartinên pêşwext de fikarên xwe tîne ziman û bi guman nêzîkî mijarê dibe.

Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç da zanîn, ne diyar e ku dê pêşniyara hilbijartinê bê rojeva parlamentoyê yan na, an jî dê kengî bê û got, “Em wekî partî di vê qonaxê de nîqaşa hilbijartina pêşwext naxin rojeva xwe. Helbet em bi girêdayî pêvajoyê biryara hilbijartineke pêşwext binirxînin, heke atmosfereke hilbijartinê ava bibe, dibe ku xebat û rêziknameyên qanûnî yên ku tên meşandin ji vê yekê neyînî  bandor bibin.”

Di 16ê Nîsana 2017an de guhertina makezagonê di referendûmekê ve hat pejirandin û Tirkiye bi fermî di 9ê Tîrmeha 2018an de ji sîstema parlamenteriyê derbasî Sîstema Serokomariyê bû.

Sidar Basut

4 DEMJIMÊR BERÊ