XWEPÊŞANDANÊN LI ROJAVA BERDEWAM DIKIN
Xwepêşandanên gel li hember bihabûna nirxê kelûpelan û nebûna pêdiviyên jiyanî yên sereke li bajarê Qamîşlo û Hesekeya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Xwepêşandanên welatiyên Rojavayê Kurdistanê ket roja 6emîn de û îro jî berê sibehê li Çerxerêya Cotkaran a bajarê Qamişloyê xwepêşandanek hate lidarxistin û welatiyan nerazîbûna xwe li hember xirabûna şert û mercên jiyanê, bilindbûna bihayê sotemeniyê û kêmbûna pêdiviyên sereke yên jiyanî nîşan dan.
Xwepêşanderan piştrast kirin ku krîza jiyanê êdî kes ji derve nehêlaye û bûye barekî giran li ser hemû malbatên li bajêr.
Di demekê de ku asta kirînê kêm dibe û hejarî zêde dibe.
Xwepêşanderan berdewam daxwaz ji rayedarên peywendîdar dikin ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku bihayên sotemenî û madeyên bingehîn kontrol bikin û dawî li xirabûna şert û mercên jiyanê bînin.
Ji 21ê Hezîranê ve welatiyan dest bi xwepêşandan li hember rewşa jiyanî kirine û peyama xwe gihandin parêzgariya Hesekê û saziyên têkildar da ku rewşa heyî di ber çavan re derbas bikin û çareseriyeke maînde û lezgîn peyda bikin.
3 DEMJIMÊR BERÊ