SERHEDO LI AMEDÊ HAT BINÇAVKIRIN
Rapbêjê Kurd Serhado dema ku ji Hannover a Almanyayê vegeriya, li Balafirgeha Amedê hate binçavkirin.
Rapbêjê Kurd hunermend Serhedo li Amedê hate binçavkirin û sedema binçavkirina wî hîn nayê zanîn.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve’ û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê dê mîtîng li dar bixe.
Rapbêj Serhedo li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ew dê were Amedê û dê tevlî mîtînga azadiyê ya 28ê Hezîranê bibe.
Serhedo di peyama xwe de got, “Ev 11 sal in ez nehatime Amedê û gelekî bi kelecan im.”
Hat ragihandin, Serhedo piştî ku îfadeya wî hatiye girtin, serbest hatiye berdan.
1 DEMJIMÊR BERÊ