ERDOGAN: EM Ê LI DERVEYÎ LÛTKEYA NATO’YÊ BI TRUMP RE HEVDÎTIN BIKIN
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew dê piştî Lûtkeya NATOyê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinên dualî bike.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema ku piştî civîna fraksiyona partiya xwe ji parlementoyê derket, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Dema ku ji wî hat pirsîn gelo ew ê li derveyî lûtkeya NATOyê ya ku ji bo 7-8ê Tîrmehê li Enqerê tê plankirin bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi dualî hevdîtin bike, Erdogan got: "Bi îhtîmaleke em ê hevdîtin bikin."
Trump piştî 17 salan yekem serokê Amerîkayê be ku serdana Tirkiyeyê dike.
Barac Obama serokê dawî yê Amerîkayê bû di meha Nîsana 2009an de serdana Enqerê û Stenbolê kiribû.
Erdogan û Trump di meha Îlonê ya borî de di dema duyemîn a serokatiya Trump de cara yekem li Koşka Spî civiyan.
Erdogan piştî Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî serdana Washingtonê kir û li Koşka Spî bi Trump re civiya.
2 DEMJIMÊR BERÊ