45 DÎLÊN HSD'YÊ HATIN BERDAN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Komeke dîlên HSDyê yên ji 45 kesan pêk dihat îro hatin berdan.

45 dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatibûn girtin, îro hatin berdan.

Nûçegihana KANAL8ê ragihand 45 dîlên HSDyê hatin berdan û malbatên wan pêşwaziya wan kir.

Koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10”ê Adara 2026an de, koma duyemîn di 19ê Adarê de, koma sêyemîn di 11ê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊ”ê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ê Gulanê de hatin berdan.

Her wiha di 1ê Hezîranê de jî 28 şervanên YPJyê yên dîl hatin berdan.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ