KADÎR ÎNANIR KOÇA DAWÎ KIR

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Hunermendê sînemayê Kadîr Înanir di 77 saliya xwe de koça dawî kir. Înanir dê roja Yekşemê were veşartin.

Kadîr Înanirê ku di 14ê Gulanê de ji ber tengasiya nefesê ya ji ber iltîhaba pişikê (numonî) rakiribûn nexweşxaneyê, piştî 6 rojan dermankirina di beşa lênêrîna giran de bû.

Kadîr Înanirê 77 salî li Nexweşxaneya Fulya Acîbadem a ku ev demeke dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Kadîr Înanir 28ê Hezîranê roja yekşemê saet di 13.00 de li Sahneya Harbiye Muhsîn Ertugrul merasîma bîranînê tê lidarxistin.

Kadîr Înanir kî ye?

Kadir Înanir di 15ê Nîsana 1949an de li Fatsa ya Orduyê ji dayik bû. Di dema xwendina xwe ya seretayî û navîn de li Fatsa, wî di gelek performansên dibistanê de jêhatîbûna xwe ya lîstikvaniyê nîşan da. Înanir piştî ku wekî xwendekarê internatîv li Lîseya Haydarpaşa ya li Stenbolê xwend, ji Zanîngeha Marmarayê, Fakulteya Ragihandinê, Beşa Radyo-Televîzyonê derçû.

Kadîr Înanir û Pirsgirêka Kurd

Ew endamê Komîteya Mirovên Aqilmend bû ku di dema Pêvajoya Aştiyê ya ku di sala 2013an de dest pê kir, de bû.

Înanır vê dawiyê bi T24 re axivîbû û diyar kiribû ku eger pêvajoyek nû dest pê bike, ew ê "rêberiyê" bike û got jî, "bi şertê ku jê re 'aştî' bê gotin."

Di hevpeyvînê de, Kadir Înanır ev daxuyanî dan:

(Pêvajoya 2013-2015) Erdogan bi tena serê xwe neketiye wê rêyê. Ne tiştek bû ku Erdogan bi tena serê xwe kir. Hûn dikarin wê bi xwe bibînin. Selahattîn Demîrtaş li dadgehê rave kir. Di tomarên dadgehê de heye. Di rûniştina Nîsana 2018an de, Demirtaş behsa hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê kir. Ger hûn bi bîr bînin, Demîrtaş di şandeya Îmraliyê ya partiya xwe de bû. Wî got, 'Di civînekê de ku ez beşdar bûm, li ser aqilmendan nîqaş hat kirin. Hat gotin ku divê komek ji aqilmendan were avakirin. Ev pêşniyara Ocalan bû. Ne pêşniyara me bû û ne jî ya hikûmetê bû. Kê ew bicîh anî? Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan. Wî Komîsyona Aqilmendan ava kir û civîna wê ya yekem li Dolmabahçeyê li dar xist.' Ev tomar in, ez ê wan ji we re bixwînim."

Di heman hevpeyvînê de, Înanır her wiha bersiva pirsek li ser Hakan Arslan, ku di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de jiyana xwe ji dest da û hestiyên wî di kîsikekê de radestî bavê wî hatin kirin, da û got: "Ez ê fîlmek li ser bavê ku hestiyên kurê xwe di kîsikekê de li Sûrê wergirt çêbikim."

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ