TIRKIYE: HEMÛ KEŞTIYÊN ME JI TEGAVA HURMIZÊ DERKETIN

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu got ku hemû keştîyên ku li benda derbasbûna ji tengavê bûn bi ewlehî derbas bûne.

Derbasbûna keştîyên Tirkiyeyê yên asê maye

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu, bi rêya hesabê xwe yê tora civakî, agahî li ser keştîyên welatiyên xwe yên ku li Tengava Hurmizê asê mane belav kir.

Şopandina pêşketinên li Tengava Hurmizê

Uraloglu da zanîn ew ji roja yekê ve çavderiya pêşketinên Tengava Hurmiz û Kendavê dikin û got, “Hemû keştîyên me yên ku li benda derbasbûnê bûn, bi ewlehî ji Tengava Hurmizê derbas bûne.”

15 keştî bi ewlehî ji herêmê derketine

Di derbarê hejmara keştîyan de, Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê got ku bi tevahî 15 keştî bi ewlehî ji herêmê derketine.

Her wiha diyar kir ku sê keştîyên ku xwediyê wan welatiyên Tirk in li herêmê mane û ji ber çalakiyên xwe yên bazirganî yên berdewam daxwaza derketina ji herêmê nekirine.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ