KCK’YÊ JI BO KADÎR ÎNANIR PEYAMA SERSAXIYÊ WEŞAND
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKyê ji bo koça dawî ya hunermendê sînemayê Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand û got, “Ew dostekî hêja yê gelê Kurd bû.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di peyama xwe ya sersaxiyê de got, “Em bi xemgînî hîn bûn ku hunermendê mezin, ronakbîr û demokrat Kadîr Înanir wefat kiriye. Em sersaxî ji malbata wî, xizmên wî, hemû civata hunerê û gelên Tirkiyeyeyê re dixwazin.”
KCKyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, “Kadîr Înanir, dê bi hunermendiya xwe û bi kesayetiya xwe ya demokrat neyê jibîrkirin û dê di dilê gelên me de her dem bijî. Tirkiyeya demokratîk a ku hemû gel, civakên baweriyê, jin û kedkar tê de azad û wekhev bin ku ev hesreta wî bû dê teqez were avakirin.”
KCKyê da diyarkirin Înanir ji bo hemû hunermend û ronakbîrên li Tirkiyeyê, xwedî sekneke demokratîk a mînak bû û wiha pê deçû: Heta bêhna xwe ya dawî ya jiyanê jî dev ji vê sekna xwe ya demokratîk berneda. Di her hawirdorê de kesayetiya xwe ya azadfikir parast. Li dijî her cure zext û nebaşiyên ku nedixwest ji bo xwe û gelê xwe re were kirin, bû xwedî helwest. Çawa ku divê ronakbîr û hunermend xwedî helwest bin, wî ev yek di kesayetî û jiyana xwe de bi awayekî zelal nîşan da. Bi vê aliyê xwe, wekî yek ji sîmayên herî bi nirx yê rûyê ronahî yê Tirkiyeyê cihê xwe di dîrokê de girt.
KCKyê Înanir wekî dostekî hêja yê gelê Kurd bi nav kir û wiha anî zimên: Kadîr Înanir dostekî hêja yê gelê Kurd bû jî. Siyasetên ku li ser gelê Kurd dihatin meşandin tu carî qebûl nekirin û bertek nîşan da. Wî bawer dikir ku divê gelê Kurd jî bi ziman, nasname û çanda xwe bi rengekî azadî bijî. Ev baweriya xwe jî bi raman û helwestên xwe nîşan dida. Têgihîştinên civakî yên ku li Tirkiyeyê bi şovenîzmê dihatin avakirin, wekî xerabiyekê li dijî hemû gelên Tirkiyeyê didît. Bi kesayetî û sekna xwe, li dijî vê cure têgihîştin û siyasetan di nav helwestekê de bû. Qebûlkirina Rêber Apo wekî rêberê gelê Kurd, nîşan da ku karakterê wî yê azadîxwaz û demokrat çiqas zelal e. Bû mînaka wê wêrekiyê ya ku divê ronakbîr û demokrat nîşan bidin. Çawa ku li Fransayê gelê Cezayîrê helwesta Jean Paul Sartre ya li dijî dagirkerî û siyasetên mêtingeriya li ser Cezayîrê ji bîr nekiriye; gelê Kurd jî helwesta Kadîr Înanir a ku azadiya gelê Kurd diparast, tu carî ji bîr nake.
Gelê Kurd jî wekî hemû gelên Tirkiyeyê, dê Kadîr Înanir bi awayekî hêjayî wî oxir bike. Dê xwedîderketina li Kadîr Înanir ji niha û pê de jî nîşan bide.
3 DEMJIMÊR BERÊ