ÎRAN: EM BI TUNDÎ ÊRIŞA AMERÎKAYÊ ŞERMEZAR DIKIN
Wezareta Derve ya Îranê êrîşên Amerîkayê yên li ser baregehên çavderiya peravên başûrê Îranê şermezar kir û gefa bersivdayîna êrişê xwar.
Ev binpêkirina xala yekem a lihevkirinê ye
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de got ku êrişên dawî yên Amerîkayê ku hejmarek baregehên çavdêriya peravê armanc girtine û bi vî awayî xala yekem a lihevkirinê binpê kirine.
Mafê parastina xwe
Wezareta Derve ya Îranê got ku êrîşên li ser hejmarek baregehên Amerîkayê mafê wan ê rewa yê parastina xwe ye.
Nîgeraniya li ser rewşa Libnanê
Wezareta Derve ya Îranê li ser rewşa Libnan û Îsraîlê got ku Îsraîlê careke din bi hevrêziya bi Amerîkayê re êrîşî Libnanê kiriye û dîsa xala yekem a lihevkirinê di navbera her du welatan de binpê kiriye.
Daxwazek ji Neteweyên Yekbûyî re
Îranê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li hember binpêkirinên qanûnên navneteweyî bêdeng nemînin.
Daxuyaniya artêşa Amerîkayê
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê piştî daxuyaniyek artêşa Amerîkayê hat ku hêzên wê hejmarek baregehên mûşek û dronan ên Îranê armanc girtine, wekî bersivek li hember êrîşeke din a Îranê li ser keştiyekê li Tengava Hurmizê.
2 DEMJIMÊR BERÊ