KURTULMUŞ: QANÛN DÊ NEBE WEKÎ EFÛYEKÊ

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş got, "Qanûna gengaz dê her kesî negire nav xwe. Qanûn dê serbixwe û demkî be, ew ê qet nebe wekî efûyekê."

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di bernameyeke CNN Turkê de derbarê pêvajoya çaresiyê nirxandin kirin.

Numan Kurtulmuş diyar kir ku rêziknameyên qanûnî yên ku tê payîn pêşkêşî Parlamentoyê werin kirin dê her kesî negire nav xwe û got, “Qanûn serbixwe û demkî ye; ew ê qet nebe wekî efûyekê.”

Numan Kurtulmuî rapora Komîsyonê wek nexşerêyê bi nav kir û wiha pê de çû: Raporek ji komîsyona ku me li Parlamentoyê ava kiriye heye. Ev rapor nexşerê ye. Bi lihevkirina hemû aliyan, qanûnek dê were Parlamentoyê û zû derbas bibe. Dîmena li Silêmaniyê pir girîng û watedar bû. Rêkxistina yasayî dê li Parlamentoyê pêk were. Qanûna gengaz dê her kesî negire nav xwe. Qanûn dê serbixwe û demkî be, ew ê qet nebe wekî efûyek. Divê sala bê 'pirsgirêkek' mîna PKKyê li cem me nebe. Ez bawer dikim ku ev, şert û mercên navxweyî û derveyî guncaw in.

Kurtulmuş got, “Bi ya min, piraniya kar qediya ye,” û wiha domand: Qanûna ku were derxistin dê qet nebe wekî efûyekê. Ew ê wekî wisa neyê fêmkirin. Divê ew bêtir wekî sererastkirina înfazê be.

Kurtulmuş behsa nakokî û lêçûnên aborî yên ji ber pevçûnan kir û got, “Wê demê 1.3 trîlyon dolar bû. Wê demê ew windahî bû; ez difikirim ku du qat zêdetir e.”

Kurtulmuş behsa beşdarbûna partiyên siyasî di pêvajoyê de kir û wiha domand: Min girîng dît ku hemû partîyên ku xebatên komîsyonê didomînin beşdarî xebatê bibin. Ez girîng dibînim ku CHP beşdarî bike. Ez hêvî dikim ku ew heman helwestê biparêzin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ