DEM PARTÎ ‘MITÎNGÊN AZADIYÊ’ LI DAR DIXE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

DEM Partî bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ve ber bi azadiyê” û “Bi rêbertiyê azad ber bi civaka demokratîk ve” mitîngan li dar dixe.

DEM Partî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li Amed, Stenbol, Mersîn û Wanê “mitîngên azadiyê” li dar dixe.

DEM Partiyê ev mitîng dê 4ê Çileyê li Amedê li dar bixista lê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş ji bo 25ê Çileyê hate paşxistin. Lê piştî ku parêzgeriya Amedê qedexeya çar rojan li ser xwepêşandan û çalakiyan li seranserê bajêr ragihand, DEM Partiyê ev mitîng bipaş de xist.

Di bernameya “Mîtînga Danezana Azadiyê” de ku li Amedê bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir parlamenterên DEM Partî û hevşaredaran hate lidarxistin de, hate ragihandin ku mîtîngên ji bo "azadiya" Ocalan dê di 27ê Hezîranê de li Wan û Mersînê û di 28ê Hezîranê de li Amed û Stenbolê werin lidarxistin.

Mitînga li Wan û Mêrsînê dê îro di demjmêr 17:00an de dest pê bike.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ