RÊWITIYA JI EFRÎQAYA BAKUR BER BI AMEDÊ VE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Jîngeha Kurdistanê rawestgeheke ji bo hemû zindiyan; "Şahbanûya Efrîkayê" ​​gihîşt Baxçeyên Hevselê.

Perperoka ku bi îngilîzî wekî "Şahbanûya Afrîkayê" û bi tirkî wekî perperoka "Siltan" tê zanîn, ku ji Bakurê Afrîkayê gihîştiye Baxçeyên Hevselê.

Baxçeyên Hevselê yên Amedê di lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ye.

Her çend perperoka Siltan bi gelemperî di mehên Îlon-Cotmehê de digihîşt Hevselê, lê hat dîtin ku îsal zû hatiye.

Wênekêşên xwezayê yên belgefîlm Mehmet Masum Suer û Veysi Arcagok dema ku li Baxçeyên Hevselê fîlm kişandin, wêneyên van perperokên ku li ser nebatan venîştine wêne tomar kirin.

Şahbanûya Efrîqayê ku ji Bakurê Efrîkayê ber bi Amedê û dûv re jî ber bi welatên Ewropî ve belav bûye, ser û derdora wê bi xalên reş û spî xemilandî ye. Ji ber ku ev cureyê perperokê hewaya şil û germ hez dike, Baxçeyên Hevselê jîngehek guncaw ji bo wê peyda dikin. 

Perperokên Siltan xizmê perperokên Monarch ên navdar in ku li Amerîkayê têne dîtin. Perperokên monarch bi wê yekê navdar in ku piştî havînê ji cihên xwe yên zêdebûnê li bakur-rojhilatê Amerîka û Kanadayê derdikevin û di payîzê de nêzîkî 5,000 kîlometreyan difirin û digihîjin Meksîkayê.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ