PARTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD ÎRO LI QAMIŞLO DICIVIN
Stêra Nebî 4 DEMJIMÊR BERÊ
Partiyên siyasî yên Kurd îro li Qamişloyê dicivin. Şandeya Kurdî dê civînê bi rê ve bibe.
Nûçegihana KANAL8ê ragihand, Partiyên PYNKyê ku ji 23 partiyan ava dibe dê îro li Qamişloyê bicivin. Her wiha Şandeya Kurdî ya di encama Kongreya Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dr hatibû diyarkirin dê civînê bi rê ve bibe.
Li gorî agahiyên Nûçegihanê civîn dê li navenda PYDyê û di demdjimêr 17:00an de bi rê ve biçe.
Civîn dê ji ragihandirê re girtî pêk were.
Li gorî agahiyên nûçegihanê dê berpirsên diyar ên Kurd tevlî civînê bibin.
Di 26ê Nîsana 2025an de li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat lidarxistin û Şandeya Kurdî hat avakirin.
Stêra Nebî
4 DEMJIMÊR BERÊ