ALÎ ZEYDÎ: EM ŞEV Û ROJ LI PEY GENDELKARAN IN

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî got ku têkoşîna li dijî gendeliyê hîn di qonaxa destpêkê de ye.

Derbarê çavdêriya wezîran de, serokwezîr got ku her aliyek ku şîroveyên wî li ser wezîran hebin, wan ji wî re bişînin û îspat bikin, ew ê destûrê nedin ku ew ji saetekê zêdetir li ser kar bimîne.

Piştî girtina berpirsên gendelkar

Piştî 47 berpirs û parlamenterên Iraqî bi tohmeta gendeliyê hatin girtin, Elî Zeydî di civîneke Encumena Wezîran a Iraqê de got ku ew şev û roj li pey kesên gendelkar dikevin.

Nebûna parêzbendiya karbidestên gendel

Derbarê armancên xwe yên siyasî û rewşa welêt de, Elî Zeydî tekez dike, niyeta wî ya ji bo hilbijartinê nîne û naxwaze ji xwe re dijminan bibîne, lê Zeydî da diyarkirin rewş wisa ye ku ew nikarin bêdeng bimînin. Di derbarê parêzbendiya karbidestan de, serokwezîr got ku dê parêzbendiya kesên gendel di vê hikûmetê de nebe.

Vegerandina pereyên giştî û çavdêriya wezîran

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî derbarê parastina mafê welatiyan de wiha got, “Kampanyaya li dijî gendeliyê hîn di qonaxa destpêkê de ye û em têkoşîna xwe ya li dijî gendeliyê didomînin. Divê her kesê ku pereyên giştî hene vegerîne xwediyê wê. Pereyên gel vedigerin gel, ez ji aliyê welatiyên hatime hilbijartin û ew jî dixwazin hêvî vegere welêt. Ez berpirsiyarê gel, xwîna wan û berjewendiyên wan im. Ez nikarim li hember ti şaşiyekê û ji bo berjewendiya gelê xwe bêdeng bimînim. Ev hikûmet dê hikûmetek taybet be.”

Zeydî di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: Ez hêvî dikim ku her aliyekî ku çavderiya wan li ser wezîrekî vê hikûmetê hebe û ji min re binivîse û ji min re bibêje ku wezîr ev destnîşana li ser heye û wê îspat bike. Hingê bila bibînin ka helwesta min dê çi be. Ez ê nehêlim ku ew ji saetekê zêdetir li ser kar bimîne.

Berhevkirina çekan di destê dewletê de

Zeydî derbarê qonaxa nû ya Iraqê de jî ragihand, “Îro Iraq serdemeke nû vedike. Çek di destê dewletê de tên berhevkirin û dewlet xwediyê yekane yê desthilatdariyê ye. Yên ku difikirin ku ew di dewletê de dixebitin û ji sêwî û xizanan pere didizin xelet in. Ez ê şev û roj nêçîrê dikim. Ez peyamekê didim gelê xwe. Ez amade me canê xwe feda bikim. Armanca min ne ew e ku xwe ji nû ve wekî namzed nîşan bidim yan jî hilbijartin e. Em nikarin li hember rewşa ku em dibînin bêdeng bimînin. Kesên gendel di vê hikûmetê de bêparastin nînin.”

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ