101 SAL DI SER DARVEKIRINA ŞÊX SEÎD RE DERBAS DIBIN
Îro 101emîn salvegera darvekirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî ne. Şêx Seîd û hevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê Dadgehê Îstîklalê yên Tirkiyeyê ve hatin darvekirin.
Şêx Seîd Pîran û hevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an de, li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê ji aliyê Dadgehên Îstîklalê yên Tirkiyeyê ve hatin darvekirin. Wan serkêşiya Serhildana sala 1925an a li Bakurê Kurdistanê kiribû. Cihê gorên wan heta niha jî nehatine eşkerekirin.
Şêx Seîd di 13ê sibata sala 1925an de li dijî hikûmeta kemalîstan serhildan da destpêkirin.
Bi êrîşên hevrêzkirî li ser saziyên hikumetê û qereqolan li seranserê deverên mezin ên Bakurê Kurdistanê ku di nav de Amed, Xarpêt û Çewlig hebûn destpêkiribû.
Hêzên bin fermandariya Şêx Seîd û serokên eşîran di demeke kurt de herêmên Genç, Dara Hênê, Palû, Çewlig, Lîce, Hênê û Xarpêtê xistin bin kontrola xwe.
Armanca herî mezin a stratejîk girtina bajarê Amedê bû. Hêzên Kurd bajêr dorpêç kirin, lê ji ber tunebûna çekên giran û piştgiriya balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê, dorpêç bi ser neket.
Hikûmeta Tirkiyeyê qanûna "Taqrîr-î Sukûn" derxist, seferberî ragihand û nêzîkî 50,000 leşker şandin herêmê.
Şêx Seîd di nîveka meha Nîsana 1925an de li ser pira Evdirehman Paşa ya li nêzî Mûşê hat girtin.
Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê di dadgeheke leşkerî ya lezgin de hatin darizandin. Di 29ê Hezîrana 1925an de, Şêx Seîd û 47 (an jî 49 li gorî hinek çavkaniyan) rêber û hevalên wî yên şoreşê li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê hatin dardekirin.
Piştî tepeserkirina serhildanê, bi deh hezaran Kurd hatin kuştin, bi sedan gund hatin şewitandin û qanûna "Plana Şark Islahat" hat sepandin ku armanca wê tirkkirina herêmê û qedexekirina zimanê kurdî bû.
2 DEMJIMÊR BERÊ