HSD’YÊ NASNAMEYA 4 ŞERVANAN EŞKERE KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

HSDyê nasnameya 4 şervanên ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanan eşkere kir.

HSDyê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Mehmûd Elî bi nasnav Dilovan Pîro ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ye di 9ê Hezîrana 2026an li Hesekê şehîd bûye.

Rizgar Weqas bi nasnav Zinar Efrîn ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye di 1ê Adara 2018an li Efrînê şehîd bûye.

Hawar Sîdo ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye di 18ê Çileya 2026an li Reqayê şehîd bûye.

Mihemed Kolîn bi nasnav AMed Efrîn ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û di 18ê Çileya 2026an li Reqayê şehîd bûye.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ