LI AMEDÊ 15 KES HATIN GIRTIN
Li Ameda Bakurê Kurdistanê fermana girtina 15 gumanbarên rêxistineke tawanê hat dayîn.
Ji 40 gumanbarên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di operasyoneke li dijî rêxistineke tawanê li Amed hatin girtin, 15 ji wan fermana girtina wan hat dayîn.
Medyaya fermî ragihand ku Rêveberiya Ewlekariya Parêzgeha Amed li gelek komên çekdar ên li parêzgehê lêkolîn kiriye û 16 kiryarên cuda tespît kiriye.
Di encama lêpirsînê de, ji bo 40 gumanbaran, ku yek ji serokên rêxistinê jî di nav de ye, bi tohmeta “avakirina rêxistinekê ji bo kirina sûc, rêvebirin û endametiyê” fermana girtina wan hat dayîn.
Her wiha gelek madeyên hişbir, heb û sê tabanca jî hatin desteserkirin.
Ji 40 gumanbarên ku piştî karên dadgehê şandin, ji bo 15 kesan fermana girtina wan hat dayîn, lê 25ên din bi şert hatin berdan.
3 DEMJIMÊR BERÊ