LEŞKERÊN TIRKIYEYÊ GULE LI COTKARÊN KOBANÎ REŞANDIN
Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
Cotkarên Kobaniyêên ku dixwestin biçin ser baxçeyên xwe rastî gulebarana leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatin.
Nûçegihanê KANAL8ê ragihand, cotkarên gundê Bûbanê yê Kobaniyê xwestin biçin nav baxçeyên xwe û darên xwe av bidin lê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê gule li wan reşandin.
Her wiha nûçegihanî ragihand, cotkarê ku rastî gulebaranê hatiye daye diyarkirin ku guleyek jî li ber traktora wî ketiye û ziyanên madî gihandiye traktora wî.
Her wiha cotkarî da zanîn ew ne cara yekem e ku rastî gulebaranê tên, ew her dixwazin biçin nav baxçe û zeviyên xwe rastî gulebaranê tên.
Kanal8
2 DEMJIMÊR BERÊ