AMADEKARIYÊN LÛTKEYA NATO’YÊ DIDOMIN
Amedekariyên Lûtkeya 36an a NATOyê ku li bajarê Enqerê dê di navbera 7-8ê Tîrmehê de bê sazkirin didome.
Parêzgeriya Enqereyê di çarçoveya amadekariyên lûtkeyê, ji 28ê Hezîranê heta 10ê Tîrmehê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê û çalakiyên giştî li tevahiya bajêr qedexe kirin.
Beriya lûtkeyê, bi taybetî li bajarê Enqerê di encama serdegirtina malan de 225 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan, 103 kes hatin girtin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahîn derbarê bergiriyên lûtkeyê wiha pê de çû: Di sedsala me de, ez ne di wê baweriyê de me ku tu welatan lûtkeyên mîna vê de amadekariyên wisa berfireh ku jiyanê didin rawestandin werin kirin. Her wiha ez betalkirina parlamentoyê ya bi hinceta Lûtkeya NATOyê rast nabînim. Mixabin vîna gel bi awayekî fiîlî tê rawestandin. Em bi desthilatdariyeke ku ji welatiyê xwe ditirse re rû bi rû ne. Desthilatdariyeke ku ji welatiyê xwe dtirse bibe endamê NATOyê an nebe endam, tu tiştî naguherîne.
Herêmên derdora Beştepeyê û otelên şandeyan ku wekî "Herêma Sor" hatin ragihandin dê ji bo sivîlan bê qedexekirin û her wiha ji bo ewlehiya serokên 32 welatên endam 70 hezar personelên ewlehiyê dê bên peywirdarkirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Selçuk Ozdag derbarê vê lûtkeyê got, “Tê dîtin ku di gelek geşedanên li herêma me de polîtîkayên hevpar ên Amerika û Îsraîlê diyarker in. Gotina Netanyahu ya ku ‘NATO Îsraîl e, Îsraîl jî NATO ye’ hê jî di bîramedeye. Par NATOyê ji Tirkiyeyê xwest ku xerckirinên xwe yên parastinê derxe ji sedî 5ê dahata neteweyî. Ger biryarên wisa girîng werin girtin, divê ev pêvajoyî bi awayekî şefaf werin meşandin û bi eşkereyî bi gel re werin parvekirin.”
Çavdêrên siyasî destnîşan dikin ku bi hinceta ewlehiyê kesên ku hatine binçavkirin û girtin zextên li ser qada siyasî a demokratîk û opozîsyonê dê zêdetir bike.
29/06/2026