SIBE NAVÊN ENDAMÊN PARLAMENTOYA SÛRIYEYÊ TÊN EŞKEREKIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Parlamentoya Sûriyeyê ragihand ku dê sibe navên endamên parlementoyê yên ji aliyê Serokê Hikûmeta Veguhêz ve hatine tayînkirin, werin eşkerekirin.

Parlamentoya Sûriyeyê ku weke Meclisa Gel tê naskirin, di daxuyaniyek de ragihand ku lîsteya navên endamên parlamentoyê yên ji aliyê Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şer'i ve hatine tayînkirin, dê sibe werin ragihandin.

Komîteyên têkildar bi armanca diyarkirina kesên ku ji aliyê serokê hikumeta veguhêz ve werin tayînkirin, di navbera 15-20ê Hezîranê de hevdîtinê bi zêdetirî 100 kesan re kiribû.

Di vê çarçovê de, hejmarek medyayên Erebî belavkirin ku hevdîtin bi akademîsyen, hiqûqnas, rojnamevan û rûspiyên eşîran û nûnerên pêkhateyan re hatine kirin.

Parlamentoya Sûriyeyê ji 240 endaman pêk tê, ji wan 70 endam dê ji aliyê serokê hikumeta veguhêz ve werin tayînkirin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ