LI TAXA ŞÊX MEQSÛDÊ REWŞA EWLEHÎ Û JIYANÎ XERAB E
Li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê rewşeke ewlehî û jiyanî ya zehmet hatiye sepandin, fişar li ser welatiyên wê taxê tê kirin.
Çavkaniyekî xwecihî ji Şêx Meqsûdê ji KANAL8ê re ragihand, rewşeke ewlehî û jiyanî ya zehmet li ser welatiyên Şêx Meqsûdê hatiye spandin.
Li gorî çavkaniyê, ji çar rojan ve elektirîk hatiye birîn û av jî weke ku tê xwestin nayê. Çavkaniyê destnîşan kir, hin ji welatiyên taxê di gerînedeya elektirîkê de kar dikin û dibêjin ku hinceta birîna elektirîk e sererast kirine, lê li gorî karmendên gerînendeyê mijar ne sererast kirine.
Çavkaniyê diyar kir, istîxbarata girêdayî Hikûmeta Veguhêz ciwanên taxê li kolanan radiwestîne û nasnameyên wan dixwaze û pirsên zêde ji wan pirs dikin weke “Tu ji ku derê tê? Tu bi xwe xelkê taxê yî? Tu li vir çi dikî?” pirsiyar dikin.
Çavkaniyê destnîşan kir, hin kesên girêdayî hikûmetê çopê li nav kolanên taxê dişewitînin û ev yek dibe sedema belavbûna dûkelê û qirêjbûna hewayê.
Çavkaniyê diyar kir, ji dema ku hêzên Hikûmeta Veguhêz dest bi ser Şêx Meqsûdê de girtiye, rewşa Şêx Meqsûdê bi taybet di aliyê ewlehî û jiyanî de.
Di 11ê Sibata bihurî de piştî şerekî dijwar bi hêzê Asayîşê re, hêzên Hikûmeta Veguhêz derbasî taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bûn.
3 DEMJIMÊR BERÊ