SEROKÊ MÎT'Ê ÎBRAHÎM KALIN LI BEXDAYÊ YE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin serdana Bexdayê kir û bi Serokomarê Iraqê û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê re civiya.

Ofîsa serokatiyê ya Iraqê ragihand ku Serokomarê Iraqê Nîzar Amêdî bi amadebûna serokê Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê Hemîd Şetrî bi serokê Dezgeha îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kahlan re civiya.

Di civînê de pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî û rêbazên ji bo zêdekirina hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de di warên ewlehî û îstîxbaratê de, bi awayekî ku berjewendiyên her du welatan biparêze, hatin nîqaşkirin.

Di heman demê de, her du alî li hev kirin ku diyalog û têgihîştin kevirê bingehîn ê kontrolkirina qeyranê ne, ji aliyê xwe ve, serokê MÎTê pêbendbûna welatê xwe ya ji bo domandina hevrêzî û hevkariya bi Iraqê re di hemî waran de ji nû ve piştrast kir.

Piştre, serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zîdan, bi Îbrahîm Kalin re civiya û mijarên têkildarî têkoşîna li dijî terorê bi aliyekî herêmî nîqaş kir.

Di civînê de, her du aliyan li ser ‘şopandina dozên têkildarî têkoşîna li dijî terorê bi aliyekî herêmî ku ewlehiya herêmî tehdît dikin’ nîqaş kirin û rêbazên ji bo danûstandina agahiyan li ser vê mijarê nîqaş kirin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ