LI TIL ERAN Û TIL HASILÊ CIWANÊN KURD HATIN GIRTIN
Li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên Helebê ciwanên Kurd hatin girtin û jineke Kurd rastî êşkenceyê hat.
Nûçegihana KANAL8ê ragihand, li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên Helebê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dan ser malan û ciwanên Kurd girtin.
Her wiha nûçegihanê ragihand, di dema girtina wan ciwanên Kurd de jineke Kurd jî rastî êşkenceyê hatiye.
Her wiha nûçegihanê da zanîn ku hêzên Hikûmetê bi hinceta ku "pêwendiya wan bi hikûmeta berê ango rejîma Esed re hebûye" ew xort girtine.
Dîmena êşkenceyê ya jina Kurd di medyaya civakî de belav bû ev yek bû sedema nerazîbûna Kurdan.
Li Amûdê û Qamişloya Rojavayê Kurdistanê gel nîvê şevê derket kolanan û bi dirûşmên mîna “Jina Kurd xeta sor e, Jina Kurd taca serê hemûyan e” xwepêşandan li dar xist.
3 DEMJIMÊR BERÊ