BBC TIRKÎ: DÊ 5 HEZAR ENDAMÊN RÊXISTINÊ SÛDÊ JI YASAYÊ WERBIGIRIN
BBC Tirkî ragihand, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo qanûna pêvajoyê di meha Tîrmehê de bê derxistin talîmat daye.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di kampa AK Partiyê ya hefteya bihurî de derbarê qanûna çarçoveyî ya ku dê bingeha yasayî ya pêvajoya çareseriyê pêk bîne peyamên zelal dane.
33emîn Civîna Şêwirmendî û Nirxandinê ya AK Partiyê, ku ji hêla Serokomar Erdogan ve tê birêvebirin û endamên parlamentoyê û rêveberên partiyê beşdar bûn, hefteya borî li Sapancayê hate lidarxistin.
Parlamenterek AK Partiyê ku tevlî civînê bûye ji BBC Tirkî re ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê talîmat daye, qanûna ji bo pêvajoyê beriya ku parlamento bikeve bêhnvedanê derbikeve.
Parlamenterê ku beşdarî civînê bû, nirxandinên li kampê got, “Serokê me negot ‘Qanûn berî bêhnvedana parlamentoyê were pêşkêş kirin.' Wî rasterast talîmat da ku qanûn were pejirandin.”
Her wiha hat ragihandin ku li ser qanûnek nû ya înfazê ku dê hemû girtiyan bigire nav xwe, lihevkirinek çêbûye.
Di civînê de, endamên parlementoyê li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî hatin agahdarkirin.
Li gorî pêşkêşiyê, nêzîkî 5 hezar endamên rêxistinê yên ku çekên xwe danîne dê di qonaxa yekem de ji qanûna çarçoveyî sûd werbigirin.
Hat diyarkirin ku di pêşkêşkirina rêziknameyê de tekezî hatiye kirin ku ev dê ne “efû” be û diyar kir ku ji bo handana vegera endamên rêxistinê yên ku sûc nekirine û ji bo hin sûcan kêmkirina cezayê peyda bikin, li ser formulan tê xebitandin.
Hat gotin ku qanûna çarçove dê ji bo endamên rêxistinê yên ku sûc kirine û yên ku sûc nekirine dabeşkirinek cuda çêbike û ji bo hin sûcan li ser formuleke kêmkirina cezayan tê xebitandin.
Pêştir dihat gotin ku divê bê piştrastkirin ku endamên PKKyê çekên xwe danîne û bi wî awayî qanûn bê derxistin lê li gorî agahiyan hatiye diyarkirin ku mekanîzmaya ku niha tê pêşbinîkirin pêvajoya piştraskirina çekdanînê û pêkanîna qanûnê bi hevrêzî bikeve meriyetê.
3 DEMJIMÊR BERÊ