LÎSTEYA MECLISA GEL HATE RAGIHANDIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Lîsteya navên endamên Encûmena Gel ên ji aliyê Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri ve hatiye tayînkirin, hate ragihand.

Lîsteya 70 navên endamên Encûmena Gel ên ji aliyê Ehemd Şeri ve hatine tayînkirin, ji aliyê Serokê Komîteya Bilind a Hilbajartinan Mihemed Ehmed ve hate ragihandin.

Li gorî hatiye ragihand, 7 endam ji Hesekê û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê hatine tayînkirin, ew jî Ebdulhekîm Beşar, Ebdulhemîd Ewak, Ehmed Newaf Başa, Yasir Mensûr, Mistefa Ebdî û Mihemed Hiso û Gabrial Mûşî ne.

Nûçegihana KANAL8ê ragihand tenê ji navên bihurî, Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî kurd in û Ebdî ji ber Kobaniyê ve hatiye tayînkirin.

Bi vî awayî hejmara endamên Encûmena Gel ên Kurd dibe 11 endam.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ