NAVENDEKE LÊKOLÎNAN A ÎSRAÎLÊ: TIRKIYEYÊ HEBÛNA LI SÛRIYEYÊ XURT DIKE
Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ
Navenda Almayayî ya Îsraîlî ya Lêkolînan diyar kir ku hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî wê navendê Tirkiyeyê asta danûstandinên xwe yê aborî bi Sûriyeyê re bi pêş xistiye û bi awayekî yekser piştgiriya Tevgera Hemasê dike.
Bi gotina navenda Almayayê, di warê aboriyê de, Tirkiye hewl dide hêlên tirênê ya Hîcaz dîsa çaksaz bike û bixe xizmetê û ev xeta tirênê jî di navbera Tirkiye, Sûriye û heta bi kendavê ye û ev yek jî dê rola Îsraîlê ya herêmî kêmtir bike.
Navena Almayê got: "Sûriye ji bo cara yekem tev li minorên bi navê EFES-2026 bûye û keştiyên Tirkiyeyê ji bo cara yekem serdana berava parêzgeha Laziqiyê kirine."
Nûrhat Hesen
3 DEMJIMÊR BERÊ