ERDOGAN: JENOSÎD, KOMKUJÎ, ZORDESTÎ Û MÊTINGERÎ DI DÎROKA ME DE TINE NE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan roja Sêşemê bersiva gotinên Îsraîlê li hember biryara wan a pênasîna fermî ya "Jenosîda Ermeniyan" da û got: "Em guh nadin derewên Îsraîlê ya ku destên wê di xwîna Filistîniyên bêguneh ên li Xezayê de ye."

Di axaftineke televîzyonî de piştî civîna kabîneyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan got ku "Em qet guh nadin bêbextiyên ku ji aliyê tora sûcdar ve li dijî welatê me têne kirin, ku destên wan bi xwîna 75,000 Filistîniyên bêguneh ên li Xezayê, ku piraniya wan zarok û jin in, hatine rijandin. Jenosîd, komkujî, zordestî û mêtingerî di dîroka me de tine ne."

Pê de çû û got: "Di dîroka me ya bi heybet a bi hezaran salan de, tenê dad, dilovanî û destê alîkariyê ji bo hemî bindestan hebûye, bêyî ku ol, kok û nasnameya wan çi be."

Dewam kir û got: "Di dîroka xwe de, welatê me bûye stargeha kesên ku ji zilma Naziyan reviyane, ev rastiyeke diyar e ji bo kesên ku bêbextiyên bê bingeh dixin stûyê Tirkiyeyê de da ku hovîtiya xwe ya li Xezayê veşêrin, baş dizanin."

Serokê Tirkiyeyê Erdogan berê gotibû ku heger aştî li herêmê serdest bibe, ew ê bi razîbûn an neraziya Îsraîlê pêk were û nîşan da ku hin kom hene ku naxwazin dengê çekan li herêmê raweste.

Di civîna koma parlemanî ya Partiya Dad û Geşepêdanê de AK Partiyê li Enqereyê di 24ê Hezîranê de, Erdogan piştrast kir ku Tirkiye fêkiyên têkoşîna xwe diçine, bandor û statûyeke herêmî û navneteweyî ya bêhempa bi dest dixe. Wî diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên aqilmend ên ku hişmendiya tevahî ya şiyan û potansiyela xwe nîşan didin, di nav pergala cîhanî ya guherbar de dimeşe û tekezî li ser hewldanên berdewam ên Enqereyê ji bo bidestxistina aramiyê û çareserkirina krîza li herêmê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê bi tundî rexne li helwesta Îsraîlê kir û got: "Em ne li pêşberî dewleteke aqilmend in, lê pêşberî komeke radîkalên bêwijdan in." Wî destnîşan kir ku partiya desthilatdar û opozîsyona li Îsraîlê ji bo zêdekirina meylên xwe yên qirkirinê pêşbaziyê dikin. Wî Îsraîlê wekî "toreke kujeran" bi nav kir ku terorîzm û dagirkeriyê dike siyaseta dewletê; ku bawer dike ewlehiya wê ya neteweyî di bêaramkirina cîranên xwe de ye û bi rojan e bêwestan dixebite da ku peymana bi zehmetî hatî bidestxistin sabote bike.

Erdogan tekezî li ser vê yekê kir ku "Li herêmê tevî Îsraîl û provokasyonên wê; dê aştî, aramî û dad serdest be. Ev tor dê nikaribe rê li ber avabûna aramiyê bigire."

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ