PARÊZGARÊ HESEKÊ SERDANA AVAHIYA BANKA NAVENDÎ YA HESEKÊ KIR
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed serdana şaxê Banka Navendî ya Sûriyeyê li bajêr kir û li gorî ragihandina fermî ya parêzgariyê di demeke nêz de Bank tê vekirin.
Îro Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed tevî şandeyekê ji parêzgariyê, serdana avahiya Banka Navendî ya Sûriyeyê - Şaxê Hesekê kir û bi armanca çavdêrî û rewşa amadebûna Navendê, bi birêveber û endamên Bankê re civiya.
Li gorî ragihandina Parêzgariyê, serdana Nûredîn Ehmed ji bo nirxandina rewşa dawî ya Bankê û amadekariyên karmend û birêvberê wê de bû û diyar kir ku di demeke nêz de Şaxê Hesekê tê vekirin.
Di hevdîtinên Parêzgarê Hesekê û birêveberên Bankê de, qonaxên dawî yên amadekariyan û giringiya vekirina Bankê li Herêmê gotûbêjkirin û tekezî li ser başkirina rewşa xizmetên darayî û hêsankirina karên aborî di navbera welatî û navendên Hikûmetê de hat kirin.
6 DEMJIMÊR BERÊ