BAFIL CELAL TALEBANÎ PÊŞWAZÎ LI ÎBRAHÎM KALIN KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê pêşwaziya Serokê Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MIT) Îbrahîm Kalin kir û li ser pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê, Pêvajoya Aştiyê û bipêşveçûna têkiliyan axivîn.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê pêşwaziya Serokê Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin kir. Di civînê de li ser pêşketin û guhertinên dawî nîqaş hatin kirin û giringiya parastina aramiya herêmê hate destnîşankirin.

Di civînê de li ser Pêvajoya Aştiyê hate nîqaş kirin û Serok Bafil careke din piştgiriya YNKyê ji bo serkeftina vê gava dîrokî ji nû ve piştrast kir.

Bafil Celal Talebanî got: "Em ê hewlên xwe li ser rêya Serok Mam Celal bidomînin da ku ev gava giring û biryardar bi ser bikeve, bi armanca serdestkirina jiyana hevbeş û bidestxistina aştiyeke berfireh ku di berjewendiya ewlehî û aştiyê de li tevahiya Rojhilata Navîn be."

Di dawiya civînê de, her du aliyan tekez kirin ku pêwîst e têkiliyên dualî di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de werin pêşxistin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ