ÎRAN: BIRÊVEBIRINA HURMUZÊ DÊ DI BIN FERMANDARIYA ÎRANÊ DE BE, NE YA CENTCOMÊ

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ
İran u Rojava
İran u Rojava

Îranê hişyarî da Amerîkayê ku kilîda ewlehiya herêmî û Tengava Hurmuzê di destê wê de ye û ti civîneke leşkerî di bin sîwana Washingtonê de bi ser nakeve.

Kazim Xerîb Abadî, Cihgirê Wezîrê Derve yê Îranê û Serokê Tîma Danûstandinên Teknîkî, got ku birêveberiya Tengava Hurmuzê dê tenê di bin fermandariya Îranê de be û hêzên Centcomê dê ti desthilatdariya wan li ser herêmê tine be. Amaje pê kir ku civînên leşkerî yên Behrênê nikarin ewlehî û mafên di ava Kendavê de misoger bikin.

Serokê tîma danûstandinan a Îranê tekez kir ku ewlehiya herêmî tenê bi dawîanîna destwerdana Amerîkayê û vekişîna tevahî ya leşkerên Amerîkayê dikare were misogerkirin. Li gorî Abadî, divê rastiya nû ya jeopolîtîk were pejirandin ji ber ku ewlehiya rastîn di bin sîwana leşkerî ya Amerîkayê de nayê damezrandin.

Daxuyaniyên Kazim Abadî di demekê de tên ku Wezareta Derve ya Qeterê got ku di danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bipêşveçûneke baş çêbûye. Herdu alî li hev kirin ku danûstandinan bidomînin da ku bigihin encameke zelaltir.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ