LI ŞAMÊ TEQÎNEK RÛ DA
Çavkaniyên herêmî û fermî yên Sûriyeyê roja Pêncşemê piştî teqîneke bihêz di nav kafêyeke naskirî de li herêma Hecazê, nêzîkî Koşka Dadê li navenda Şamê, hejmareke qurbanî û birîndar ragihandin.
Raportên destpêkê destnîşan kirin ku teqîn ji ber rijandin û pêxistina silindireke gaza pîşesaziyê ya ku ji hêla kafêyê ve tê bikaranîn çêbûye, ku di cih de bataryayeke lîtyûmê ya nêzîk pêxistiye. Çavkaniyan destnîşan kirin ku germahiya bilind rasterast pêxistina bataryayê lezand û teqîneke xurt encam daye.
Li gorî kanala Elexbariyê jî; ji ber mayînekê ku li wir hatibû çandin, teqîn rû daye.
Ambûlans, tîmên agirkujiyê û tîmên parastina sivîl ber bi cihê bûyerê ve çûn û birîndar û mirî ji bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhastin. Hêzên ewlehiyê herêma bandorbûyî dorpêç kirin û lêpirsînek dan destpêkirin da ku mercên rastîn ên bûyerê diyar bikin û asta windahiyên mirovî û madî binirxînin.
Li gorî Dr. Ehmed Bekûr, Birêveberê Xizmetên Lezgîn li Wezareta Tenduristiyê; 14 qurbanî ji cihê teqînê li kolana Nesir a Şamê bo Nexweşxaneya Muctehid hatin veguhestin, ji wan 4 mirin û 10 birîndar bûn.
3 DEMJIMÊR BERÊ