BAFIL CELAL TALEBANÎ: DEMA AXAFTINEKÊ DIKIN, DIKIN!
Piştî şanenavkirina peymanê bi Tevgera Newey Niwê re, Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî stratejiya nû ya partiya xwe ji bo qonaxa din a birêveberiyê û reformkirina sîstema siyasî li Herêma Kurdistanê ragihand.
Bafil Celal Talebanî got ku ev peyman di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî "rojeke nû" tê hesibandin. Wî destnîşan kir ku wan gelek soz dane milet û dê pabend bin ku wan bi cih bînin. Talebanî got: "Bihuşteke me heye û em nizanin çawa xizmetê jê re bikin." Her wiha tekez kir ku berpirsiyarî tenê tê wateya xizmetkirina gel.
Serokê YNKyê got ku ew hikûmetek û rêbazeke birêveberiyê dixwazin ku ji ya berê cuda be. Wî got ku hikûmet dê bi tirs, çavtirsandin, gendeliyê û bêrêziya li hember milet nemeşe û ev kirin dê bibin sedema hilweşîna hikûmetê. Wî bang li gel kir ku ji îro û pê ve li bendê bin ku siyaseteke cûda were kirin.
Bafil Celal Talebanî rexne li biryarên siyasî yên berê girt û got ku ji pêvajoya referandûmê vir ve bi dehan biryar li ser mijarên diyarker hatine dayîn, ku hemû jî "şaş" bûn. Amaje bi wê yekê jî kir ku avakirina hikûmetê pir dereng maye.
Der barê helwesta partiya xwe de, Bafil Celal Talebanî tekez kir ku YNKyê hemû hêz û têkiliyên xwe ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê bi kar aniye. Wî zêde kir ku YNKyê ji bo milet gelek qurbanî daye û berpirsiyariyeke mezin girtiye ser xwe û got: "Îro, em hêza yekem li Kurdistan û Iraqê ne."
Der barê berfirehkirina hevpeymaniyê, Bafil Celal Taeabanî got ku deriyê "Hevpeymaniya Hevsengî û Geşbûnê" ji bo hemû partiyên siyasî vekiriye. Pê de çû û got: "Deriyê Hevpeymaniya me ji bo dijberiyê, partiyên îslamî û heta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî vekiriye ku bibin beşek ji vê pêvajoyê.
2 DEMJIMÊR BERÊ