MEDYAYA TIRKIYEYÊ: PKK HERÊMA HERÎ GIRING A GARÊ VALA KIRIYE
Medyaya Tirkyeyê dibêje ku PKK herêma herî giring a Garê vala kiriye û hikûmeta Tirkiyeyê pêşnûmeyasayek ji bo Pêvajoya Aştiyê pêşkêşî Ocalan kiriye.
Li gorî raporên medyaya Tirkiyeyê, PKK di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê de gaveke din a pratîkî avêtiye û herêma herî giring a Gara, ku Kampa Sêyem û Girê Beharê li başûrê Kurdistanê dihewîne, vala kiriye.
Li gorî raporê, ajansên ewlehiyê yên Tirkiyeyê valakirina van deveran, ku berê deverên pir stratejîk ên PKKyê bûn, piştrast kirine.
Ev yek bûye sedem ku MIT ji bo derxistina yasayekê li ser pêvajoyê çiraya kesk vêxe, ji ber ku derxistina yasayê bi rapora MITyê ya li ser gavên pratîkî yên PKKyê ve girêdayî ye.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, dewletê pêşnûmeyasayek li ser Pêvajoyê pêşkêşî Abdullah Ocalan kiriye, Ocalan nêrînên xwe li ser vê yekê aniye zimên û lihevkirinek hatiye kirin.
Roja Pêncşemê, Koma Civaka Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de got ku nêrînên Ocalan û tevgera wî li ser yasayê nehatine berçavgirtin.
2 DEMJIMÊR BERÊ