BAFIL CELAL TALEBANÎ: DI VÊ ROJA XEMGÎN DE, EM BIRAYÊN WE NE Û HER TIM LI KÊLEKA WE NE
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Bafil Celal Talebanî beşdarî merasîma oxirkirina rêberê bilind ê Îranê yê Elî Xamineyî bû.
Li Tehranê, serokê YNKyê sersaxî ji gelê Îranê re xwest û tekezî li ser mayîndebûna têkiliyên biratiyê yên di navbera herdu welatan de kir.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Bafil Celal Talebanî beşdarî merasîma oxirkirina rêberê bilind ê Îranê yê Elî Xamineyî bû.
Piştî ku ji aliyê Serokkomar û berpirsên payebilind ên Îranê ve hat pêşwazîkirin, li ser cenazeyê Xamineyî Sûreya Fatîheyê xwend.
Bafil Celal Talebanî wiha di deftera oxirkirina Xamineyî de nivîsî: "Di vê roja xemgîn de, em rêzê li rûmeta gelê Îranê digirin û em birayên we ne, her tim li kêleka we ne!"
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ