QUBAD TALEBANÎ: JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ, EM AMADE NE HERCÛRE ALÎKARÎ PÊŞKÊŞ BIKIN
Cihgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Enqereyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya da ku li ser çend mijarên giring ên siyasî û ewlehiyê li ser asta herêmî nîqaş bikin.
Cihgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl, endamê Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
Di civînê de, ku roja Înê 03.07.2026 li Enqereyê pêk hat, pêşketinên dawî yên Pêvajoya Aştiyê hatin nîqaşkirin. Qubad Talrbanî piştgiriya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo serkeftina Pêvajoyê dubare kir û kêfxweşiya xwe anî zimên ku hikûmeta Tirkiyeyê û aliyên peywendîdar ên wî welatî li ser pêşketin û serkeftina Pêvajoyê bi rik in.
Cihgirê Serokwezîr Pêvajoya Aştiyê wekî pêvajoyeke dîrokî û giring ji bo Tirkiye û herêmê bi nav kir û got ku ew li benda pêşketina Pêvajoyê ne û amade ne ku hemî alîkariyê bidin. Her wiha hêvî kir ku ev qonaxa nû têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, bi taybetî parêzgeha Silêmaniyê di warên bazarganî û xwendina bilind de xurt bike.
Mijareke din a civînê pêşketinên dawî yên li herêmê, bi taybetî şer û nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de bû. Di vî warî de, Cihgirê Serokwezîr tekez li ser helwesta neguherî ya Herêma Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê dê nebe beşek ji nakokî û tevliheviyan, lê dê bi hevkarên xwe re ji bo parastina aştî û aramiya herêmê bixebite.
Di beşa dawî ya civînê de, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêşiya avakirina hikûmeta nû hatin nîqaşkirin. Qubad Talebanî rave kir ku rewşeke nû li herêmê, Iraqê û Herêma Kurdistanê derketiye holê û divê partî di demeke zû de hikûmeteke nû ava bikin, ji ber ku derengketina bêtir di vê mijarê de dê zirarê bide rewşa herêmê. Her wiha tekez kir ku YNK amade ye ku hikûmetekê li ser bingeha hevpariya rastîn ava bike ku bêyî cudahî xizmetê ji gelê Kurd re bike.
2 DEMJIMÊR BERÊ