BAFIL CELAL TALEBANÎ PÊŞWAZIYA BIRÊKARÊ BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ KIR

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêşwaziya Birêkarê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kir û li ser avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî ya Iraqê axivîn.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, li Mala Mam Celal a li Bexdayê pêşwaziya Joshua Harris, Birêkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir. Di civînê de li ser bipêşxistina têkiliyan û mijarên siyasî axivîn.

Di destpêka civînê de, Bafil Celal Talebanî salvegera Roja Serxwebûna Amerîkayê li Joshua Harris û gelê Amerîkayê pîroz kir û xwest ku têkiliyên di navbera her du welatan de berdewam bin.

Di beşek din a civînê de, pêşketinên dawî yên rewşa siyasî ya li herêmê û Iraqê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan li ser mijara avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî axivîn û nêrînên xwe li ser pêvajoya siyasî bi par ve kirin.

Bafil Celal Talebanî girungiya hewldanên hevbeş û dîplomatîk ji bo kêmkirina aloziyan tekez kir. Amaje pê kir divê ev hewl werin zêdekirin da ku aştî û aramiya mayînde li herêmê were xurtkirin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ