15 DADWERÊN JI DADGEHÊN RÊVEBERIYA XWESER ÇÛNE ŞAMÊ
Evîn Şêxmûs 3 DEMJIMÊR BERÊ
15 Dadwerên ji dadgehên Rêveberiya Xweser îro berê xwe dane Şamê da ku bi rayedarên Wezareta Dadê re bicivin û hevpeyvîn bi wan re bê kirin ku di nava pergala dadweriyê de entegre bibin.
Li gorî Nûçegîhana KANAL8ê, îro 15 dadwerên ji dadgehên Rêveberiya Xweser berê xwe dane Şamê. Wezareta Dadê biryar daye ku roja Yekşemê hevpeyvînên takekesî bi dadweran re bike wekî bipêşveçûnekê da ku wan erkdar bike û fermî li dadgehên Parêzgeha Hesekê dest bi kar bikin.
Niştecihên parêzgehê li benda vekirina dadgehan û Qesra Dadê ya bajarên Hesekê û Qamişloyê ne da ku karûbarên xwe yên yasayî ji nû ve bidin destpêkirin.
Evîn Şêxmûs
3 DEMJIMÊR BERÊ