ŞAREDARIYA QAMIŞLOYÊ BIHAYÊ AMPÊRAN DIYAR KIR
Şaredariya Gel a Qamişloyê bihayên ampêrên jeneratoran ên ji bo meha Tîrmehê eşkere kirin.
Şaredariya Gel a Qamişloyê piştî civînekê ku nûnerên Encûmena bajêr, Yekîtiya Jeneratoran, Odeya Pîşesaziyê û Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê beşdar bûn, Giştînameya 2an a têkildarî rêziknameya xebitandina jeneratoran di meha Tîrmehê (2026) de derxist.
Li gorî biryarnameyê bihayên ampêran ên meha Tîrmehê wiha ne:
- Bihayê ampêrekê bi mazota xizmetê ku 8 saetan dixebite, 17 hezar lîreyên Sûriyeyî ye.
- Bihayê ampêrekê ji bo jeneratorên ku 12 saetan dixebite; 7.5 dolar e, 8 saetên mazota xizmetê jî di nav de ye.
- Bihayê ampêrekê ji bo jeneratorên ku 8 saetan bi mazota bazarê dixebitin, 12 dolar e.
- Bihayê ampêrekê ji bo jeneratorên ku 24 saetan dixebitin 25 dolar e, 8 saetên mazota xizmetê jî di nav de ye.
Li gorî giştînameyê, xwediyên jeneratoran ku bi zanebûn jeneratorên xwe bi mebesta paşguhkirina erkên xwe vemirînin, dê milyonek lîreyê Sûriyeyî sizayê pereyan lê were birîn. Heger were dubarekirin, jenerator dê were rakirin.
Nabe ku xwediyên jeneratoran bi ti awayî ji bo çaksazkirinê pereyan ji bikerên xwe bixwazin. Ev lêçûn berpirsyariya xwediyên jeneratoran e. Binpêkirina vê giştînameya dê bibe sedema rawestandina rêdanê û desteserkirina jeneratorî.
Divê biker, pereyên xwediyên jeneratoran ji 1 heya 10ê her mehê bidin.
2 DEMJIMÊR BERÊ