ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ JI BO BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ KONTROL BIKE ÇÊLEKAN BIKAR TÎNE
Artêşa Îsraîlê ji bo ewlehiya sînorê xwe bi başûrê Sûriyeyê re zeft bike çêlekan bikar tîne. Ji bo şivanên Sûriyeyî ji sînorê xwe dûr bixe Îsraîlê vê yekê dike.
Li gorî medyaya Îsraîlê ev plana Îsraîlê encamê daye û şivan êdî newêrin ajalên xwe bibin nêzî sînorê Îsraîlê.
Ev keriyên çêlan ên Colanê ne, êdî Îsraîl van keriyan bikar tîne da ku sînorê xwe ê bi başûrê Sûriyeyê re biparêze.
Îsraîl ji bo sînorê xwe biparêze her tiştî dike, caran operasyonan li başûrê Sûriyeyê pêk tîne û caran wan navçeyan topbaran jî dike. Ji xwe Îsraîlê ji dema hilweşîna desthilata Esed ve derdora 400 kîlo metre çargoşe ji axa Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe.
Medyaya Îsraîlê:
- Îsraîl ji bo kontrolkirina başûrê Sûriyeyê çêlekan bikar tîne
- Îsraîlê 140 çêlek berdan nan navçeyên başûrê Sûriyeyê
Rojnameya Yedîût Ehronot a Îsraîlê diyar kir, artêşa îsraîlê ji bo kontrolkirina başûrê sûriyeyê çêlan bikar tîne û got, artêşê 140 çêl berdan3 nav wan navçeyan.
Berê Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê gelek caran ala xwe bilind kiriye û rojên dawî artêşa Îsraîlê diyar kir, wan li gundê Abidîn ê Derayê hejmarek ji çekdaran kuştine. Îsraîlê diyar dike, ew vê yekê dike ku welatiyên Îsraîlê ji êrîşan biparêze.
Medyaya Îsraîlê:
- Îsraîl wiha dike da ku şivanên Sûriyeyî ji sînor dûr bixe
- Têl bi dirêjahiya 22 km li Newala Reqad hat danîn
Bi gotina rojnameya Yedîût Ehronot Îsraîlê çêlan berdide nav axa Sûrieyê da ku şivanên sûryeyî ji sînor dûr bixe û her wiha li newala Reqad a Derayê têleke bi dirêjahiya 22 km daniye.
Artêşa Îsraîlê ditirse ku şivanên tên ber sînor di bingeh de ne şivan bin û ji endamên komên çekdar ên hewl didin êrîşî wan bikin bin. Berê gelek caran Îsraîlê gotiye komên girêdayî Îranê li başûrê Sûriyeyê hene û planên wan ên êrîşan li dijî Îsraîlê hene û destnîşa kiriye, ew rê nadin vê yekê.
Eniya bi navê Ewelî El-Be’is a li başûrê Sûriyeyê ji sala 2025an ve kar dike, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê tawanbar kir ku derbarê binpêkirinên Îsraîlê li Sûriyeyê bêdeng e û piştrast kiribû, ew dê berxwedana xwe li dijî Îsraîê li Sûriyeyê dewam bikin.
2 DEMJIMÊR BERÊ